
Wêje û huner di dîroka hemû gelan de neynika têkoşîna civak û lêgerîna nasnameya netewan e. Hem qadeke hilberînê ye hem jî pêvajoya afirandineke estetîk e. Di heman demê de hilgirê mêjiya siyasî û dîrokî ye. Mînaka Lêyla Ariç di rastiya Şoreşa Rojava de derkete holê. Hemû cîhan ew weka şervanekê YPJ ê nas kir ku, li Reqqayê li dijî DAIŞê şer kiriye. Her çiqasî xêyalî be jî, bi rêya vê fîlmê tevgera jinên Kurd Kesayetên îkonîk wek Arîn Mîrkan, Rojda Felat, Asya Ramazan Antar, di bîra dîrokê de nêzîkî rastiyê bûn e. Ev jî hişt ku di warê huner û wêjeyê de pirsek girîng bikeve pêşberî wêjevanan. Dema ku kesayetek xeyalî bibe temsîla berxwedana rastiyê, wê demê kesayetên temsîlî yên wêje û hunerê jî dikarin werin hilberîn.
Şoreşa Rojava, di sala 2012an da bi pêşengiya Kurdan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) Dest pê kir. Piştî wê encamê veguherînek siyasî û leşkerî, heman demê de guhertinek radîkal di warê civak û çandê de jî pêş ket. Ev şoreş bi taybetî ji bo veguherandina cihê jinan di qada giştî de, bû sedema afirandina hişmendiya civakê. Bandora modela rêveberiya nû, ya ku li dora azadiya jinan li Rojava pêş ket li ser vê esasê hîmên huner û wêje berbiçav bûn. Ev jî hişt ku rola jinan di qada wêjeyê de pêş bikeve.
Rojava beşek ji tekoşîna gelê Kurd ya ku zêdetirî 40 salan ji bo azadî, çand û nasnameya xwe, mohra berxwedanê li dîrokê xistiye. Damaren wê berxwedanê li Rojavayê şax vedan û ji nû ve şîn bû. Piştî wê encamê veguherînek siyasî û leşkerî, di heman demê de guhertinek radîkal di warê civak û çandê de jî pêş ket. Bi taybetî piştî şoreşê veguherandina cihê jinan di qada giştî de, bû sedema afirandina hişmendiya civakê. Bandorên modela rêveberiya nû ya ku li dora azadiya jinan li Rojava yê pêş ket, hilberîna wêje û çandê jî berbiçav bû. Şoreşa Rojava li gorî paradîgmaya azadiya jinan a ku li dora dirûşmeya Abdullah Öcalan “Jin, jiyan, azadî” de hate avakirin. Beşdarbûna jinan di pêvajoyên biryargirtina siyasî, girîngiya wan ya leşkerî û xwe rêxistinkirin bû dijwariya pergala baviksalarî. Di encamê de jin teşwîq kirin kir ku bi deng û rengê xwe çîrokên xwe biafirînin. Berî şoreşa Rojava dengê jinên Kurd zêde di qada şer û siyasetê de dihat. Di asta civakê de pirtir bi rolên kevneşopî dihatin temsîlkirin. Lêbelê, piştî şoreşê hewlên jinan ji bo vegotina ezmûnên xwe yên subjektîf, bi perspektîfên xwe beşdarî dîroknivîsiyê bûn, di warê wêjeyî de bîranînek kolektîf afirandina xwe bi dest xistin rizgariya ziman, pêşxistina formên vegotinên nû, hilberîna nivîskarên jin avakirina jiyana kolektîf re bûn model.
Berî Şoreşa Rojava, nivîsandin û weşandina bi zimanê Kurdî li Sûriyeyê qedexe bû an jî sînordar bû. Lê piştî şoreşê, karanîna zimanê Kurdî (bi taybetî zaravayê Kurmancî) bû zimanê perwerdehî û bi pêşîniya wê jî hilberîna çandê rê da ku wêje bi vî zimanî pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de, zêdebûna wêje bi zimanê dayikê beşdarbûn ji nû ve avakirina nasnameya Kurdî û her weha bandora wê kevneşopiya wêje ya ku demek dirêj hatibû tepisandin ji nû ve vejiya. Mirov nikare vê bitenê wekî şêweyek îfadeya takekesî ya nivîsandinê bibîne.
Pêşketina Nivîskarên Jin û Bandora Jîneolojiyê bû hebûna jiyana kolektîf. Şoreşa Rojava azadiya jinan kirin pîvaneke bingehî. Vê pîvanê jî rasterast di wêje yê de xwe da der. Piştî şoreşê, hejmara nivîskarên jin roj bi roj zêde bûn. Berhemên ku ji perspektîfa jinan hatin nivîsandin bi awaheke zelal derketin pêş. Weke çîrok, roman û helbestên ku ji zanista jinan (Jîneolojiyê) hatin nivîsandin,dîroka berxwedana jinan ji nû ve anî bîra civakê. Rêxistinkirin û têkoşîna li dijî pergala baviksalarî weke mijarên girîng derxistin pêş.Bi rêya wêje yê, vegotinên klasîk ya ku ji hêla mêran ve serdest bû veguherî avahiyek fireh, Wekhevî û piralî. Ne bi tenê mijarên trajedî, heman demê de estetîk, hêvî, hevgirtin û şêwazên jiyanê yên alternatîf jî hilberiyan. Wêjeya ku di siya şer û wêraniyê de tovê wê hatin reşandin, şopa utopîyeke nû hilgirt.
Roman, helbest û şanoyên ku di pêvajoya şoreşê de derketin holê mijarên wekî jiyana kolektîf, ahenga bi xwezayê re, pirçandî, wekhevî, fonksiyona mêjiya Kolektîf bi rêya huner û wêjeyê raber bû.Berhemên edebî yên ku li Rojava hatin hilberandin wekî dîrok, êş, têkoşîn bûn hêviya pêşeroja civakê. Lewra divê mirov wêje ne bi tenê wekî çalakiyek estetîk bibîne, heman demê de ji hêla dîrok û avakirina bîranîna wê jî girîngiyek mezine. Veguhestina bûyerên ku di dema pêvajoya şoreşê de hatin jiyîn bi şêweyên xeyalî beşek ji hewldana afirandina mîrateyek çandî ya ku dê giyana şoreşê bigihîne nifşên pêşerojê. Ev jî huner û wêje bi xwe re xuliqandin. Zargotina wêje bû dengê berxwedana li dijî zilmê, bû dengê azadiya jinan bû dengê têkoşîna zimanê dayikê û zemîna xeyalên civakê. Mirov dikare vê weke namzeteke ku bibe nûnerê kevneşopiyeke azadîxwaz, piralî û alternatîfa ku bi gerdûnê re dibe yek. Diyar dibe ku wêjeya Rojava ji bo wêjeya cîhanê jî mînakek îlhambexş e.
Tev ev geşedanên li Rojava yên ku di jiyana civakî, çandî, wêjeyî û hunerî de pêk hatin tenê weke pêşketinên rojane, guherîn veguherînên demkî pêk nehatin. Şoreşê bi xwe re pergalek ava kir, paradigmaya li ser esasên azadiya jinan hatibû avakirin, di nav şerekî dijwar de xwe bi riya fikriyata vê paradîgmayî bi rêxistin kir, sazî û dezgehên xwe ava kir. Ango civaka birêxistinkirî esas girt. Ji qada leşkeri bigire, aborî, perwerde, çand, ziman, ragihandin û di qadên din de civakeke bi sazî û dezgehên xwe rêxistinkirî damezirand. Vê yejê bi domana demêre fêkiyên xwe dan. Civaka Rojava ji aliye madî û manewî ve pir pêş ket. Konferans, festîval û çalakiyên wêjeyî, çandî û hunerî di hawireke azad de aj da, bejn avêy. Berhemên ji aliye sinema, şano û muzîkê ve hatine afirandin hêjayî pesaninandinê ne. Li Bakurê Kurdistanê Piştî 1990an: Têkoşîn û Afirandin bi hevre pêşketin. Rêwîtiyrke ji bêdengiyê ber bi Axaftinê ve.
Jinên Kurd, ku dengên wan nasnama wan hatibû tepisandin, bi pênûsa xwe, derketin ser dika wêje yê. Têkiliya jinên Kurd bi wêjeyê re pir caran di bin siya zextên civakî, siyasî û çandî de, herwiha ji du aliyan ve zahmetî dikişandin. Bi du nasnameyên xwe ji jiyanê hatibûn dûrxistin. Piştî salên 1980an şûnde, dengê nivîskarên jin yên Kurd hêdî hêdî derket pêş. Di wê serdemê de, jinên ku bi Kurdî û Tirkî dinivîsandin bi wêrekî li ser mijarên wekî zayend, nasname, şer û koçberiyê derketin ser dikê. Bi taybet piştî salên 90 î helbestên ku ji girtîgehan hatine nivîsandin, romanên ku li sirgûnê hatine nivîsandin û çîrokên ku bi zimanên qedexekirî hatin vegotin nîşan dan ku wêje qadek rizgariyê ye. Di salên dawî de, nivîskarên jin yên Kurd bi nivîsên xwe avahiya wêjeya Kurdî ji nû anîn bîra civakê. Her çuqasî em îro nivîskarên jin ên Kurd di cîhana wêjeyî de dibînin jî, lê ew dîsa bi gelek astengiyên mezin re rû bi rû ne: Wekî sansûr, qedexeyên ziman, zextên siyasî û zahmetiyên aborî. Tevî van hemûyan jî wêjeya ku tê hilberandin xwedî taybetmendiyek e ku hem cihê jinan di civaka Kurdî de dipirse û hem jî beşdarî têkoşîna jinan a gerdûnî dibe. Ji bo jin ên Kurd wêje ne tenê qadeke îfadekirinê ye, heman demê de bîranînek dîrokî, rêbazek berxwedanê û çavkaniyek hêviyê ye. Û ev hêvî di her rêzê de, di her hevokê de şîn dibe.
Piştî salên 1990an vir ve, têkoşîna jinên bakurê Kurdistanê hem rêbazek îfadeyê ya subjektîf di warê wêjeyê de pêş ket û hem jî pêkhateyek girîng a berxwedana civakî de raber bû. Ev serdem wekî serdemek di tevgera Kurd ya siyasî de gavên mezin ber bi ziman û çandê de jî hatin avêtin. Di vê pêvajoyê de, jinên kurd hamû qadan de pêşengî kirin. Di salên 1990an Wêje û hunera kurdî bû dengê bêdengiyê bû serdemek vejînê. Wêjeya ku piranî bi ziman û perspektîfek ku ji hêla mêran ve serdest bû. Hunermendên jin hewl dan ku di têkoşînek dualî de li dijî avahiyên baviksalarî di civaka Kurd de li hemberî zextên dewletê berxwebidin. Di wê serdemê de, wêjeya jinan bi nameyên zindanan û bi helbestan derket holê. Ev wekî nasname û bîr derket pêş. Mijarên wekî laşên jinan, nasname, zextên navmalî û bandorên şer li ser jinan bi taybetî eşkere bûn. Vegotinên kesayetên wekî Delal Amed, Besê Hozat û Zeynep Kınacı û sedan jinên berxwedêr têkoşîn wan bû mijara wêjeyê. Bi taybetî saziyên hatine avakirin ên di qada muzîk û hunerê ruh, bêhn û ferasete nû di civaka kurdan de derxistin holê. Saziyên weke NÇM û şaxên wê yên sinema, muzîk, folklor û şanoyê pêşengtiya vê pêşketinê kir. Rola jinan di van saziyan de pir bi hêz bû. Di qada roman, helbest, çîrokan de wêje berhemên hêja hatin afirandin, di nav van de roman, helbestristên jin cihekî girîng girtin; her sala borî hejmara wan zede. Şoreşa Bakur bi rastî jî ji bo çand, huner û wêjeya kurdî de jî şoreşa xwe pêk anî.
Yek ji taybetmendiyên girîng yê wê serdemê ev bû ku jinan ne tenê di hilberîna wêjeyî de, di weşanxane, kovar û platformên çandî de jî roleke çalak lîstin. Weşanên ku bal dikşandin ser jinan, wekî kovara Jinan rê didan ku jin binivîsin û nivîsên wan di qada giştî de werin nîqaşkirin. Di nivîsan xwe de ne bi tenê şer û berxwedan, di heman demê de mijarên berfireh yên evînê, jiyana rojane, zarokatî, koçberî û bajarvanî derxistin pêş. Dema em îro pêşketina jinên Kurdistanê dişopînin, bi îfadeyek girîng têkoşîna femînîstiyê berdewam dike. Bi taybetî nivîskarên jin ên ciwan hîbrîdîteya, pirzimanî û lêgerîna nasnameyeke bê sînor-derbasî qada wêjeyê kirine. Ev jî nîşan dide ku nivîskarên jin ên Kurd bi damarek wêjeyî deriyê cîhana wêjeyê vekirine. Tevî ewqasî zilm, sansûr, şert û mercên şer û avahiyên baviksalarî, peyvên xwe hilberandine, û ji nû ve ava kirine. Ev ne tenê di qada wêjeyê de, heman demê de bingehên siyasî, çandî û femînîstiyê de jî derxistine pêş.
Têkiliya di navbera berxwedana jinan û wêjeyê de, ne tenê bi dîtina vegotinên takekesî ve sînorkirî ye, bûye amûrek bihêz ji bo eşkerekirin û veguherandina newekheviyên zayendî yên civakî. Mirov li têgînên bingehîn yên civaknasî potansiyela berxwedanê di wêjeya jinê de pêşketinek muazam dibînr. Şîdeta cinsî, newekheviya aborî û bilindbûna bertekên civakî. Bi taybetî, gotarên ku di medyaya dîjîtal de, pratîkên weşanên serbixwe û pêvajoyên nivîsandina kolektîf de hatine weşandin nîşan didin ku wêje li dijî pergala weşanê ya neoliberal xetek berxwedanê ya alternatîf diafirîne. Her wiha di encama berxwedana jinan de wekheviya avahîsaziyê ya civakê veguheriye mijarek siyasî. Ev veguherîn, fonksiyona wêjeyê jî di civakê de ji nû ve pênase kiriye.
Gulistan KANÎREŞ






